MEREŞ - Hilweşandina avahiyên zerardîtî bi dawî nebûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê tevî ku di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan re nêzîkî 2 salan derbas bûye heta niha hilweşandina avahiyên zererdîtî berdewam dike.

Di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşa Bakurê Kurdistanê re nêzîkî 2 salan derbas bûn.

Lê heta niha qonaxa hilweşandina avahiyên zererdîtî bi dawî nebûye.

Li navçeya navendî Onikişubatê ya parêzgeha Mereşê îro li Cadeya Ali Sezalê avahiyeke 9 qatî hat hilweşandin.

Piştî hilweşandinê kavilên avahiyê dibin derveyî bajêr.

Li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û 3 bajarên Tirkiyeyê heta niha bi sedan avahiyên ku zerer dîtine nehatine hilweşandin.