Rêya Erzirom û Tatosê ji ber berf û pûkê hat girtin

Li Erziromê rêyek tê vekirin / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya Erzirom û Tatosê ji ber berf û pûka zêde hat girtin.

Qaymeqamtiya navçeya Tatosê ya Erziromê şeva borî da zanîn ku li navçeyê hewaya sar bi bandor e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Kîlometreyên 10 û 55an ên rêya çiyayî ya Erzirom-Tatosê ji saet 20:00î ve ji ber berf û pûkê hatiye girtin."

Hat ragihandin ku xelk dikare bi rêya rêyên alternatîv here Tatosê.