Parlementerê DEM Partiyê: Ciwan ji ber bêkariyê ji Şirnexê koç dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, yek ji pirsgirêkên serekî nebûna kar e.
Li ser asta Tirkiyeyê rêjeya herî zêde a bêkaran li bajarên Bakurê Kurdistanê ne û Şirnex jî di nava wan bajaran de ye ku hejmara gêncan lê zêde ye û lê kar nîne.
Parêzgeha Şirnexê di nifûsa ciwanan de duyem parêzgeh e lê di bêkarî û pêşketina aborî de di rêzên dawiyê de ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li ser bêkariya li Şirnexê li Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û piştre li ser wê mijarê ji Rûdawê re jî axivî.
Mehmet Zekî Îrmez got ku divê hikûmet gavên pêwîst bavêje û derfetên kar dabîn bike.
Nifûsa Şirnexê zêdeyî 557 hezar kes e.
Ji sedî 21,7ê wê nifûsê ciwanên di temênê 15-24 salî de ne.
Li gorî TÛÎKê rêjeya bêkariyê li parêzgehê derdora ji sedî 30 e û ew rêje di nav ciwanan de ji sedî 37 e.
Li gorî raporeke sala 2022an a Parêzgariya Şirnexê li wî bajrî û navçeyên wê 36 hezar û 729 bêkarên tomarkirî hene.
Ji ber nebûna derfetên kar, koça ciwanên Şirnexê ya ber bi bajarên Tirkiye û Ewropayê ve jî roj bi roj zêde dibe.
Parlamenterê DEM Partiyê bangî hikumetê û aliyên peywendîdar kir ku ji bo bêkariya li Şirnexê pêngavên pêwîst biavêjin.
Çavakaniyên sereke yên dahata Şirnexê ajeldarî, çandinî, kanên komir û bazirganiya sînor e.
Vê dawiyê bi bîrên xwe yên petrolê jî derdikeve pêş û xelkê parêzgehê li bendê ne ku hikûmet di van waran de zêdetir veberhênanê bike.
Lê heta niha xelkê wê deverê, sûdek ji dahata petrolê nedîtiye.