‘Kurd û Sune li ser paşxistina hilbijartinan hevdeng in’
Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Kurd ê Parlamentoya Iraqê dibêje ku hemû fraksoyên Kurdistanî li ser paşxistina hilbijartinên Iraqê hevdeng in.
Di vê derbarê de Parlamenterê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Erdelan Nûredîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Tê çaverêkirin ku îro rêjeya yasayî ya Parlamentoyê temam bibe û biryar li ser wê yekê bê dayîn ka hilbijartin di dema xwe de bên kirin an werin paşxistin.”
Erdelan Nûredîn, da zanîn ku di civîna Pêncşemba borî de Tevgera Goran ne ligel fraksyonên din bû ku hilbijartin bên paşxistin û wiha axifî: “Îro Fraksoya Goran jî hatiye ser heman xeta fraksyonên Kurdistanî û niha Kurd û Sune li ser paşxistina hilbijartinan hevdeng in.”