Pêşmerge: Me bi çekên giran Miştenûr topbaran kir

Kobanî (Rûdaw)- Fermandarê giştî yê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Emîd Muslih Zêbarî, di vîdyoyeke taybet de bo Rûdawê ragihand ku tevahiya kaşê Miştenûrê li Kobanî ji aliyê hêzên kurdî ve hatiye rizgarkirin.

 

Emîd Muslih Zêbarî di wê vîdyoyê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Di encama topbarana bi çekên giran, cihên setratejîk ên Kaşê Miştenûrê bi temamî ji çekdarên DAIŞê hatin sitendin.”

 

Zêbarî wiha dibêje: “Çekdarên DAIŞê zerer û ziyanek mezin dîtine. Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtine.”