Erebên hawirde: Çekdar rê nadin ku em ji Efrînê herin

Hewlêr (Rûdaw) - Erebên hawirde yên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dibêjin çekdar rê nadin wan ku ji Efrînê biçin.

Erebên hawirde yên ku li herêma Efrînê hatine niştecîkirin nameyek ji Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer (Colanî) û Neteweyên Yekbûyî re şand.

Erebên hawirde di nameyê de dibêjin ku bi dehan malbatan xwe amade kir da ku ji herêma Efrînê derkevin û vegerin navçeyên xwe lê çekdarên Hêza Hevbeş ku ji Emşat û Hemzat pêk tên rê li ber wan digirin.

Erebên dawirde ji Fermandarê Rêveberiya Operasyonan Ehmed Şer dixwazin ku midaxele bike û hêzên çekdar ên Emşat û Hemzatê û komên din ji herêma Efrînê derxe û rê bide malbatên hawirde ku vegerin herêmên xwe.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.