PAKURD kongreya xwe Şeva Yeldayê li dar dixe: ‘Şeveke xêrê ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) dê Şeva Yeldayê kongreya xwe li dar bixe, 2 kesan berbijêriya xwe ragihand.

Partiya yekem a dîjîtal a Kurdistanê, Partiya Kurdistanî (PAKURD) dê 21ê Kanûna Pêşînê Şeva Yeldayê saet 21:00ê kongreya xwe ya asayî ya duyem li dar bixe.

Rêveberê Desteya Amadehiya Kongreyê Sîmon Suleymanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re li ser amadehiyên kongreya partiya xwe axivî.

Rêveberê Desteya Amadehiya Kongreyê Sîmon Suleymanî diyar kir ku Gewran Goyî û endamê avakar ê PAKURDê Sîdar Gergerî berbijêrê serokatiya PAKURDê ne.

Sîmon Suleymanî anî ziman ku bernameya kongreyê, fermiyeta berbijêran, mêvanên taybet û awayê birêvebirina kongreyê hatine diyarkirin.

Partiya Kurdistanî (PAKURD) li gorî rêziknameya xwe diviya destpêka 2019an kongreya xwe ya asayî ya duyem li dar xistiba.

Îbrahîm Xelîl Baran: Bila namzedên din hebin, ez nakevim hilbijartinan

Rêveberê Desteya Amadehiya Kongreyê Sîmon Suleymanî li ser lidarnexistina kongreya 2019an got:

“Serokê me li sirgunê bû, ez û gelek endamên dîwanê di girtîgehê de bûn, ji ber wê dîwana li derve biryar da ku heta rewş asayî nebe û heval neyên berdan dê kongre neyê kirin.

Ev biryareke Dîwana Serhengeyê bû ku li gorî rêziknameyê 21 kesên di dîwanê de dikarin bi dengê zêdeyî biryarê bidin.

Lidarxistina kongreya pêşiya me jî biryara Dîwana Serhengeyê bû û piştî biryarê Serokê Avakar Îbrahîm Xelîl Baran diyar kir ku divê demokrasî hebe û bila namzedên din jî hebin û ew nakeve hilbijartinan.”

Serokê niha yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Xelîl Baran serdemeke zêdetir serokatî kir.

“121 delegeyên PAKURDê dê deng bidin”

Rêveberê Desteya Amadehiya Kongreyê Sîmon Suleymanî li ser çawaniya lidarxistina kongreyê anî ziman:

“Dîwana Serhenge, Dîwana Berfereh û Dîwanên Endaman ser hev, dê 121 delegeyên PAKURDê dengê xwe bidin.

Her kes di komên xwe de dê deng bide, Desteya Amadekar a Kongreyê dê encaman kom bike û tevî namzedan dê li ser Nîzamnameyê jî deng were dayîn.”

“Ji sed kesî zêdetir mêvanên taybet hene”

Rêveberê Desteya Amadehiya Kongreyê Sîmon Suleymanî herwiha got:

“Ji xwe wekî hemû xebatên me, kongreya me jî dê online be. Em dê li ser Google Meetê bi beşdariya delegeyan, mêvanên taybet û medyaya Kurdî bi awayekî rêkûpêk bimeşînin.

Dê rêzikname were xwendin, ji ber ku 9 salên me temam dibin û em dikevin sala 10an rewş û sîstem guherîn, endam û rêveberên nû çêbûn, herwiha hinek heval piştî ku ji girtîgehê derketin navber da, hinek ji dûr ve xebatan dimeşînin.

Êdî rewşeke awarte derkete holê, ji ber wê me rêziknameyeke nû ya bi navê Nîzamnameya PAKURDê nivîsî û em dê deng li ser wê bidin.”

Rêveberê Desteya Amadehiya Kongreyê Sîmon Suleymanî diyar kir ku wan vexwendname berê ji endam û dîwanên xwe re amade kirine û got:

“Me vexwendname ji bo çapemeniya Kurdî, partiyên 4 parçeyên Kurdistanê, sazî û dezgehên Kurdan û kesayetên qedirbilind ên civaka Kurdî amade kirine û şandine ku ji sed kesî zêdetir mêvanên taybet in.”

“Dirêjahiya tarîtiyê diqulibe ser dirêjahiya ronahiyê”

Partiya Kurdistanî (PAKURD) ragihand ku ew dê kongreya xwe ya asayî ya duyem di Şeva Yeldayê de li dar bixe.

Sîmon Suleymanî li ser girîngiya Şeva Yeldayê û biryara lidarxistina kongreyê ya di wê şevê de jî got:

“Şeva Yeldayê li gorî dîrok, çand û mîtolojiya Kurdan şeveke xêrê ye. Du sedemên wê hene ku yek ji wan şeva herî dirêj e, duyem jî şeva ku êdî dirêjahiya tarîtiyê diqulibe ser dirêjahiya ronahiyê.

Em jî tevgereke ramanî ne, em gelekî girîngiyê didin ronakbîriyê û ronahiyê, ji ber wê me di Dîwana Serhengeyê de biryar da ku şeveke dîrokî be û me Şeva Yeldayê hilbijart.”

Partiya Kurdistanî (PAKURD) li cîhanê duyem û li Kurdistanê jî yekem partiya dîjîtal e û hemû kar û xebatên xwe yên di armanca avakirina dewleta Kurdistanê de li ser torên civakî û înternetê bi rê ve dibin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê sala 2017an operasyoneke berfireh li dijî PAKURDê kir û tevî Serokê wê Îbrahîm Xelîl Baran, gelek endamên wê hatin girtin.

Serokê PAKURDê di dema desteserkirinê û girtinê de rastî şkenceyên tund hat, sala 2021ê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê biryara “miameleya xirab” û tazmînatê di doza wî de da.

Sîmon Suleymanî diyar kir, piştî ku operasyon li PAKURDê hat girtin dîwana wan biryar daye ku êdî endamên xwe di encama perwerdeya akademiyê ya salekê de hilbijêre.

Sîdar Gergerî kî ye?

Sîdar Gergerî li navçeya Siweregê ya Rihayê ji dayik bûye, Kurdekî Kirmanc (Zaza) e.

Sîdar Gergerî, Berdevkê niha yê PAKURDê û endamê avakar e.

Wî li Stenbolê beşa hiqûqê xwend lê ji ber sedemên siyasî çû Almanyayê û li wir jî bernamenivîsî xwend.

Sîdar Gergerî niha li enstituyeke teknolojiyê ya Almanyayê mamostetiyê dike.

Ew bi Kirmanckî, Kurmanciya Jor û Kurmanciya Jêr (Soranî), Tirkî, Almanî û Îngilîzî dizane û zewicî ye.

Gewran Goyî kî ye?

Gewran Goyî ji Geliyê Goyana Şirnexê ye, Kurdekî Kurmanc e.

Wî li Zanîngeha Mêrdînê Kurdolojî, li Zanîngeha Enqereyê Sînolojî û li Zanîngeha Hacettepeyê jî mastera xwe kiriye.

Gewran Goyî demekê li Bakurê Kurdistanê mamostetiya Kurdî jî kiriye.

Gewran Goyî bi bûrsa PAKURDê li Fînland û Almanyayê jî li ser pedagojî û zanistên perwerdeyê cote masterek xilas kir.

Teza wî ya masterê li ser perwerdeya zarokên Kurd ên li dîasporayê bû û li Zanîngeha St. Petersburgê jî li ser Pergala Perwerdeya Sovyetê xwendina xwe berdewam kir.

Gewran Goyî 3 salan li Fînlandê mamostetiya zimanê Kurdî jî kir û niha li wekî Koordînatorê Pedagojiya Zimên dixebite.

Ew herwiha li ser doktorayê jî xebatên xwe yên derbarê dîjîtalîzasyon û hişê çêkirî di perwerdeyê de berdewam dike.

Gewran Goyî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, Fînî, Çînî, Swêdî û Rûsî dizane.

Ew yekem Kurdê endamê Konferansa Navneteweyî ya Polîglotan e.