Walitiya Mêrdînê: Ew Dêrik ne Dêrika me ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dêrikê yêRojavayê Kurdistanê di pîrozbahiyên Roja Alaya Kurdistanê de kesekî xwest pîrozbahiyê proveke bike.

Dîmenên provokasyonê li ser medyaya civakî bûn rojev. 

Piştî belavbûna dîmenan, Waltiya Mêrdînê daxuyanî da.

Walitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyer ne li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê pêk hatiye.

Walitiyê diyarkir ku li Dêrika Mêrdînê pîrozbahiyên Roja Ala Kurdistanê pêk nehatiye û got:

“Li ser hinek rûpelan dîmen bi sernavê ‘Li Dêrikê çalakiya Roja Ala Kurdistanê’ hatine parvekirin. Dêrika ku tê behskirin ne Dêrika Mêrdînê ye.

Bûyer li Dêrika ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ye pêk hat. Li Mêrdînê çalakiya ‘Roja Ala Kurdistanê’ yan jî çalakiyên wekî wê yên neyasayî nehatine kirin.”

Li aliyê din hejayî bibîrxistiyê ye ku 17ê Kanûna Pêşînê endamên Teşkîlata Mêrdînê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Qada Azadiyê ya Qoserê bi alayên Kurdistanê kom bûn û Roja Ala Kurdistanê pîroz kir.