Li Bakurê Kurdistanê piştî berfê sir û sermayê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê piştî berf û baranê sir û sermayê dest pê kiriye.

Li Agirî, Qers û Erdexanê çem û golan qeşa girt. Li Erzîromê jî peyarê û camên otomobîl û pencereyên malan qeşa girtin.

Li hinek navçeyan bi şev germahî 18 pile daket jêr sifrê.

Hinek welatiyan ji bo otomobîlên xwe ji sermayê biparêzin betanî bi wan de kir.

Li Erziromê bi şev germahî 12 pile daket bin sifirê û camên otomobîlan û her derî qeşa girt.

Welatiyan hewl dan bi awayên cuda camên otomobîlên xwe paqij bikin.

Tîmên şaredariyê jî li tevahiya parêzgehê dest bi kar û xebatên paqijkirin û rijandina xwê kirin da ku qeşa bihele û çûn û hatin asayî bibe.

Li Agiriyê jî sir û sermayê dest pê kiriye û çem û golan qeşa girtin.

Li nav bajêr camên otomobîl, mal û dikanan jî qeşa girtin.

Hinek welatiyan ji bo otomobîlên xwe ji sermaya zêde biparêzin betanî yan çadir bi ser otomobîlên xwe de kirin.

Li Erziromê peyarê, camên otomobîlan, li Agirî, Qers û Erdexanê jî çem, rûbar û golan qeşa girt.

Li navçeyê sermayeke zêde heye.