Serokê Fakulteya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanî koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fakulteya Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanî û mamosteyê Kurdî li Zanîngeha Rojava, Arif Hiso ji ber xwînrijiya ser mêjî li nexweşxaneyeke Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Koçkirina Arif Hiso xemgîniyeke mezin xiste nava xelkê herêma Kobanî û xwendekarên zanîngehê.

Arif Hiso xizmeteke mezin ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kiribû.

Arif Hiso, ku ji gundê Çelebiyê yê Kobaniyê bû, li kêleka karê xwe yê mamostetiya zimanê Kurdî, kesayetiyekî siyasî yê naskirî û niştimanperwer bû.

Li mala Hiso ya li gundê Çelebiyê yê Kobanî, dê ji bo wî taziye bê danîn.