Masîgirên di bendava Kebanê de mabûn asê hatin rizgarkirin

19-12-2019
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Masîgirên ku di nav bendava Kebanê de mabûn asê hatin rizgarkirin. Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, şevê din 3 masîgir dema ji bo girtina masiyan çûn nav bendava Kebanê, belema wan têk çû û man asê. Lê piştî 4 demjimêr hewldanên tîmên AFADê hatin rizgarkirin.

Bûyer, şevê din li navçeya Koçkale ya Xarpêtê di nav bendava Kebanê de qewimî. Sê masîgirên ku ji bo girtina masiyan çûbûn nav bendavê belema wan têk çû.

Masîgir neçar man û cendirme û tîmên AFADê agahdar kirin.

Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), bi beleman xwe gihandin cihê bûyerê û piştî ‎‎4 demjimêr hewldan hersê masîgir rizgar kirin.

Hat ragihandin ku rewşa hersê masîgiran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst