Şanda PDKê bi Tevgera Goranê re civiya

19-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan PDK Silêmanî Civîn
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Şanda danûstankar a Partiya Demokrata Kurdistanê ku li Silêmaniyê ye, îro Çarşembiyê li gel Tevgera Goranê civiya.

 

Şanda PDKê îro saet 10:00 sibehî gihîşt baregeha sereke ya Tevgera Goranê li Girê Zergete ya Silêmaniyê û civîna navbera herdu aliyan di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dest pê kir.

 

Endamê Odeya Pêwendiyên Dîplomasî yên Tevgera Goranê, Şunas Şêrko ji Rûdawê re ragihand,  şanda PDKê dê di vê serdanê de mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de û beşdariya Goranê di hikûmetê de bi wan re gotûbêj bike.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand: Ji demjimêr 10:00 ve civîna şanda PDKê li gel Tvegera Goranê dest pê kiriye û cara yekê ye jî ku herdu alî bi fermî li ser dabeşkirina postên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, şanda PDKê ji Hûşyar Zêbarî, Azad Berwarî, Ceifer Êminkî, Dilşad Şehab, Hêmin Hewramî û Firset Sofî pêk hatiye.

 

Şanda PDKê, roja derbasbûyî bo destpêkirina gotûbêjên jibo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûbû Silêmaniyê û her duh li gel YNKê civiyabû.

 

Endamê Odeya Pêwendiyên Dîplomasî yên Tevgera Goranê, Şunas Şêrko got, ew li benda projeya PDKê ne û tekez kir, wan jî weke Tevgera Goranê projeya xwe ya siyasî heye, lê di destpêkê de ew dixwazin li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê, guhdariya PDKê bikin.

 

Wî endamê odeyta dîplomasoya Goranê got jî, di civîna îro de ti rêkkevtinek çênabe, biryara dawiyê dê di civîna Civata Nîştimaniya Goranê de bê dayîn. Şunas Şêrko got jî, civîna wan a derbasbûyî li gel PDKê baş bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst