Kursiyê Parêzgariya Kerkûkê bûye weke ‘kursiyê berber’
Silêmanî (Rûdaw) – Piştî ku parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve hat dagirkirin, piştî Tirkmenan niha Ereb jî daxwaza kursiyê parêzgehê dike ku di destê kurdan de bû. Li ser medyaya civakî xelk niha ji kursiyê parêzgariya Kerkûkê dibêjin “kursiyê berber”.
Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd ji 16ê Cotmehê heta niha rêvberiya parêzeha Kerkûkê dike. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî bûyerên 16ê Cotmehê li cihê Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Elî Cibûrê weke parêzgarê nû yê Kerkûkê diyar kiribû.
Dr. Necmedîn Kerîm, hinek biryarên Encumena Wezîrên Iraqê û Wezareta Navxwe ya Iraqê yên derbar Kerkûkê de rawestandibûn, lê piştî wî Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet ê Ereb Rakan Seîd hemû îmze kirine. Lîsteya Birayetî li Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê ku piraniya wan kurd in, dibêjin hinek biryarên hatine îmzekirin li dijê madeya 140 in û ji bo mafê kurdan in xirab in.
Bi ser êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê yên li dijî Kerkûk û herêmên Kurdistanî re 2 meh derbas bûn, lê hêj parêzgeha Kerkûkê biserxwe nehatiye. Pirsgirêkên dubendî têne di navbera Kurdan û Bexdayê de nîne herwiha pirsgirêka dubendiyê di navbera Tirkmenên şîe û sunne de û di navbera Erebên şîe û sunne de jî heye. Baca van hemû pirsgirêkan Kerkûk dide. Ev bajarê ku Kurd dibêjin Bexdayê dagir kiriye, Bereya Tirkmenî ya Iraqê û Ereb jî dibêjin xwesepandina Kurdan li wê derê nemaye.
Gelo kî dê bibe parêzgarê nû yê Kerkûkê ku hemû alî li ser hev bikin û pirsgirêk dernekevin? Heta niha kesekî ku bikaribe vê yekê pêk bîne, navê wî derneketiye holê. Endamekî Ereb ê Encumeniya Parêzgeha Kerkûkê got: “Pirsgirêk ew yek nîne ku Lîsteya Birayetî li Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê di navbera xwe de lihev nekin. Heger di navbera wan de ti pirsgirêk nebe û ji bo xwe namzedekî jî diyar bikin, em daxwaza wan qebûl nakin. Ji ber ku kursiyê parêzgriyê mafê me ye.”
Ew endamê Ereb ê ku nexwestî navê xwe eşker bike got jî: “Li gorî rêkeftina 2007ê, kursiyên îdareya parêzgariya Kerkûkê, ji bo her aliyekê ji sedî 32 hat destnîşankirin. Kursiyê Kerkûkê mafê me ye. Tirkmen jî daxwaza kursiyê Serokatiya Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê dikin.”
Her çi dibe bila bibe, niha rewş weke viyana Ereban e. Tevî li Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê 5 kursiyên wan hene, lê li ser kursiyê Parêzgarê Kerkûkê niha bi wekalet kesekî Ereb rûniştiye.
Endamê PDKê li Lîsteya Birayetî ya Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê Mecîd Mehmûd dibêje, ew pê agahdar bûne ku di van demên dawiyê de Rakan Seîd derbarê madeya 140î de hinek biryar dane.
Mecîd Mehmûd ji Rûdawê re wiha axivî: “Me çend kes şandin, da ku birpirsin çima wî ew biryara dane. Got, wî têne hinek biryarên Encumena Wezîrên Iraqê û Wezareta Navxwe ya Iraqê yên Necmedîn Kerîm veşartine îmze kirine û ti yasa binpê nekirine.”
PDK û YNK ne hemraman in
Mehmûd diyar kir ku Rakan Seîd hejmareke biryarên derbarê rêkeftina çandiniyê de hilweşandine û derbarê kursiyê Parêzgarê Kerkûkê de jî wiha anî ziman: “Tirkmen û Ereb dibêjin ew kursî mafê wan e. Heger em weke Lîstaya Birayatî li ser kesekî lihev bikin, ti pirsgirêkên me namîne û Tirkmen û Ereb jî dê dev ji kursiyê parêzgariyê bernedin.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê bidest xistine rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser rewşa Kerkûk û vegera bo parêzgehê hevdîtin pêk anîne lê negihîştine ti encamekê.
Endamê YNK li Lîstaya Birayatî Ehmed Eskerî piştrast kir ku wan weke YNKê beriya çend rojan li Hewlêrê bi rayedarên PDKê re hevdîtin pêk anîn û got: “PDKê bi zelalî ji me re got ew niha venagerin Kerkûkê. PDKê di vê heyamê de naxwaze vegere Kerkûkê. Lê heger em beşdarî Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê nebin, Ereb û Tirkmen dê her tişta bi dilê xwe bikin.”
Mecîd Mehmûd jî destnîşan kir ku sedema venegera wan weke PDKê bo Kerkûkê, mijarên siyasî û ewlehiyê ne û got: “Heşda Şeibî li Kerkûkê dest daniye li ser tevahiya avahiyên PDKê. Hemû malên endam û rayedarên PDKê hatine talankirin û şewitandin. Em çawa pêbaweriya parastina jiyana endamên xwe pêk bînin? Em ji YNKê re eşkere gotiye em dengê xwe nadin Rizgar Elî.”
Endamê Patiya Komunîst li Lîstaya Birayatî Cemal Mewlud ku beriya bûyerên 16ê Cotmehê derbasî YNKê bibû diyar kir Tirkmen jî kursiyê parêzgariya Kerkûkê weke mafê xwe dizanin û dev jê bernedin û got: “Dixwazin ligel Ereban di navbera xwe de tevahiya dezgehên fermî dabeş bikin.”
Demekê beriya niha şîeyên Bexdayê, ji bo kursiyê Kerkûkê navê dadgerekî Kurd pêşniyar kiribûn. PDK û YNKê ku heta niha piştgirî neda dadger Saman Ata lê bixwe ji Rûdawê re got: “Ez hêj hêvîdar im bibim parêzgarê Kerkûkê. Beşeke mezin ji PDK, YNK û partiyên din dixwazin ez bibim parêzgarê Kerkûkê.”
Rewş niha gihîştiye wê astê ku li ser medyaya civakî ji bo kursiyê parêzgariya Kerkûkê xelk dibêjin “kursiyê berber”.
(A.B)