Qasim Şeşo: Cejna kurdên êzîdî îro bûye du cejin

Çiyayê Şingalê (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge duhî tevahiya devera Zûmarê girtin û gihîştin çiyayê Şingalê. Îro Rûdaw bi awayekî zindî li ser Çiyayê Şingalê bû.


Fermandarê pêşmergeyên kurdên êzîdî li ser çiyayê şingalê Qasim Şeşo keyifxweşiya xwe bi gihîştina pêşmerge ji bo çiyayê şingalê anî ziman û behsa kurdên êzdî yên ku heta niha di destê DAIŞê de mane kir.


Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand ku heta niha nêzîkî 1700 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de mane û ewê wan jî rizgar bikin.

Wî fermandarê pêşmergeyên kurdên êzîdî wiha got: “Em gelek keyfxweşin ku pêşmerge gihiştin Çiyayê Şingalê.”

Şeşo wiha domand: “Cejna kurdên êzîdî îro bûye du cejin.”

Hêzên Pêşmerge duhî tevahiya devera Zûmarê girtin û gihîştin çiyayê Şingalê.