Sînem Mihemed: Ji bilî YPGê em ti hêzeke din qebûl nakin


Hewlêr (Rûdaw)- Hevseroka Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Sînem Ehmed diyar kir ku ji bo Kurd jî weke şandek serbixwe tevlî Cenêv2 bibin herdu aliyan di nava xwe de li hev kirine.

Ev 3 rojin civînên di navbera EGRKê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê berdewam in.

Ew civîn di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de têne lidarxistin.

Sînem Mihemed di hevpevyîneke ajansa DÎHAyê de got “Ferzkirina hêzek leşkerî ji dervey YPGê şaşitiyek herî mezine û bi t awayî nayê qebûlkirin”.

Derbarê naveroka civîna duh a navbera EGRKê û ENKSê de, hevseroka EGRKê Sînem Mihemed diyar kir ku ew hertim ji bo Hewlêrê û Başûrê Kurdistanê dibêjin ew birayê hev in.

Têkildarî kongreya Cenêv2 Mihemed aşkere kir ku her du encûmenan biryar dan ku Kurd heta dawiyê hewl bidin ku serbixwe tevlî Cenêv2 bibin û wiha got “Me gotiye heta ji me bê ku em bikaribin li ser navê Desteya Bilind a Kurd û wekî hêzekî serbixwe beşdarî Cenêv2 bibin. Eger nebe jî kî ser navê Kurdan tevlî kongreyê bibe pêwîste bi nêrînek siyasî û hevbeş be”.

Derbarê aktîvkirina DBKê de, Mihemed diyar kir ku wan biryar daye DBKê aktîv bikin û di civîna îro de dê mîkanîzimên aktîvkirinê bêne gotûbêjkirin.

Hevseroka EGRKê Sînem Mihemed tekez kir ku endametiya ENKSê di hevpeyamniya opozîsyonê de ji bo aktîvkirina DBKê nabe asteng.

Derbarê vekirina deriyê Sêmalka de jî, Mihemed got “Deriyê Sêmalka ji herdu aliyan ve jî girtiye. Ev derî ji bo alikariyên mirovî dê were vekirin. Herwiha ji bo rewşên nexweş û alîkariyên mirovî jî hatin û çûn wê çêbibe”.

Pirsa girtiyên di zindanên YPGê û asayişa PYDê de ku ENKSê dibêje hejmara wan zêdetirî 50 kesane û piraniya wan endamên el-Partî û Partiya Azadî ne, mijareke din a civînên her du ecûneman bû.

Têkildarî vê jî Mihemed got “Girtiyên el-Parî û Partiya Azadî di destê asayişê de ne. Ji bo van kesane wê asayiş biryarê bide. Kesê yek kuştibe nayê berdan. Lê ji bo hinek tişt bimeşin dibe ku hinek tişt bên kirin”.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina hêzek leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û got “Ferzkirina avakirina hêzeke leşkerî a ji dervey YPGê şaşitiya herî mezine. Tiştek wisa ne gel, ne dîrok ne jî kes wê efû bike”. Ger 2 hêz çêbibin wê şerê biratiyê destpêbike. Ji bo vê jî em vê yekê ji xwe re weke xeta sor dibînin û ti car tiştek bi vî awayî napejirînin. Me hîn ev tişte nîqaş nekiriye bes dema ku aktîvkirina DBKê were nîqaş kirin di nava komîteyên parastinê de dibe ku ev mijar jî bi awayekî berfireh were gotûbêjkirin”.