Şaredariya Tûnceliyê bû Şaredariya Dêrsîmê


 

Dêrsîm (Rûdaw)- Tabeleya Şaredariya Dêrsîmê bi şaredariyê ve hat daliqandin.

Di çalakî û rêwresma daliqandina tabeleyê Şaredariya Dêrsîmê de Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Dêrsîmê Ergîn Dogrû axivî û got “Navê birûmet ê Dêrsîmê di Qirkirina 38an de wekî nîşaneya qirkirinê û bişaftinê hat guhertin”.

Dogrû diyar kir ku yek ji pêyê “Xweseriya Demokratîk” ew e ku her cih bi taybetmendiyên xwe bijî.

Hevserokê BDPê Ergîn Dogrû, Tûncelî navê fermî yê Dêrsîmê wekî “nîşaneya qirkirin û asîmîlasyonê” bi nav kir û got “Dêrsimiyan ti caran navê Tûnceliyê qebûl nekirine. Her tim di nava me de Dêrsîm wekî Dêrsîm maye. Gel ji vê erdnîgariyê re dibêje Dêrsîm û dê her wekî Dêrsîm bimîne”.

Dogrû di axaftina xwe ya pêş daliqandina tabeleya Şaredariya Dêrsîmê de got ku ji bo cîbicîkirina daxwazên gel li vir di kiryarî de vê çalakiyê pêk tînin.

Dogrû di vî warî de wiha domand: “Rastiya ku her kes dizane û dipejirîne, sembolîk be jî, em vê tabelayê wekî diyarî pêşkêşî gelê me dikin. Navê vir ne Şaredariya Tûnceliyê ye. Her tim ji bo ev der Şaredariya Dêrsîmê bû.”

Hevserokê BDPê yê Dêrsîmê Ergîn Dogrû destnîşan kir ku ev gava ku bi navê Şaredariya Dêrsîmê avêtine dê ji bo cih û warên din jî berdewam bike.

Dogrû got ku ji bo vegerandina navên resen ên cihan, ji îro û pê de kampanyayekê dane destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê navên hemû cih û warên Dêrsîmê lê vegerînin. Di dîrokê navên van cih û waran de çi be, divê dîsa lê bê vegerandin. Her cih bi zimanê dayîka xwe xweş, resen û heqîqî ye”.

Dogrû bal kişand ku ji bo jiyandina zimanê dayîkê her du zaravan, Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî, dê di hemû warê jiyanê de bi kar bînin û bi pêş bixin.

Herwiha di axaftinê de Dogrû bal kişand ser nakokiyên van rojana di navbera AKPê û Cemata Gulen de diqewimin û got “Pevçûnên li ser deshilatê me Dêrsimiyan eleqedar nake. Em dixwazin Dêrsîmê, wekî Dêrsîm bi nirxên xwe re bijîn”.

Hevserokê BDPê yê Dêrsîmê diyar kir ku ew naxwazin êş û azarên Dêrsîmê ji aliyê CHP û AKPê ve bê îstîsmarkirin. Dogrû di vî warî de got: “Bila birêz Recep Tayyîp Erdogan jî, birêz Kemal Kiliçdaroglû jî hîç zehmetiyê nebînin, em bi xwe dikarin navê welatê xwe lê vegerînin.”

Girseya ku nêzî 250 kesan ku ji nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û ji xelkê sivîl pêk dihat, gelek caran dirûşmeya “Zonê ma, hardê ma bimbarek a” (Zimanê me, axa me pîroz in) berz kir. Piştî daleqandina tabelayê, girse belav bû.