HPGyê nasnameyê fermandareke xwe eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya fermandara xwe ya bi navê Medya Egîd a ku 2019an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku fermandara Medya Egîd 19 Çiriya Paşîna 2019 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Navê fermî yê Medya Egîd, Beraat Afşîn e û li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Li gorî daxuyaniya HPGyê, Medya Egîd 1994an tevlî PKKyê bûye.
HPGyê diyar kir ku Medya Egîd li herêmên wekî Botan, Zap, Xakûrk û Qendîlê têkoşîn kiriye.