WAN - Şivanê di bin latan de ma canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, şivanê ku di bin latan de ma canê xwe ji dest da.

Davut Înçamur û Yakup Înçamur duh dema li gundê Bêrxûyê yê navçeya Şaxê, pezê xwe diçêrand lat ji çiya hatin xwarê û bi ser wan de ketin.

Davut Înçamurê ku di bin latan de ma li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Yakup Înçamur jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewkehiyê çûn cihê bûyerê.

Ji ber barana gur û mijê tîm piştî 4 demjimêran gihiştin cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Yakup Înçamur veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê û termê Davut Înçamur jî bir nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku 2 zarokên Davut Înçamur hene.