Balafirên şer ên Tirkiyê Kobanî bombebaran kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyê çend deverên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
Çavkaniyên xwecihê ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê taxa Kaniya Kurdan, Daristana Kobanî, rêya Cerablusê, gundê Hilincê, gundê Bêlûniyê yê Şehbayê û derdora Eyn Îsayê bombebaran kirin.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî jî li ser hesabê xwe yê twitterê piştras kir ku balafirên Tirkiyê bajarê Kobanî bombebaran dikin.
Ferhad Şamî dibêje: “Bajarê ku DAIŞ têk bir, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê bombebarankirin.”
Di twitteke din de jî Şamî nivîsandiye: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Bêlûniyê bi dijwarî topbaran dike ku koçberên Efrînê yên di sala 2018an de bicih bûne.”
Şamî da zanîn ku ji bilî gundê Dehir Ereb a dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê li Hesekê jî bombebarankirin.
updated#Kobane, the city that defeated ISIS, is subjected to bombardment by the aircraft of the Turkish occupation.
— Farhad Shami (@farhad_shami) November 19, 2022
Herwiha li gor medyaya Rêveberiya Xweser piştî çend xulekan ji bombebarana li ser bajarê Kobanî, balafirên şer ên Tirkiyê gundê Bêlûniyê yê Şehbayê û depoya genim a Dehir Ereb a dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê bombebaran kirin.
Li ser medyaya civakî jî dîmenên dema bombebarankirina #Kobanî hatin belavkirin. pic.twitter.com/E1mRgAEuwR
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 19, 2022
Çavkanî didin zanîn ku balafirên Tirkiyê Daristana Kobanî û rêya Cerablus ên dikevin rojavayê bajarê û Girê Meştenûr ê dikeve başûrê bajarê wî bajarî bombebaran kirin. Balafian di heman demê de li taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê rojhilatê bajarê jî dan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye û rewşa Sûriyê dişopîne di daxuyaniyekê de ragihand ku sengerên li derveyê Kobanî ji aliyên balafirên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.
Lê heta niha nayê zanîn ji ber êrişên Tirkiyê kuştî û birîndar hene yan na.
Çavkaniyên xwecihê ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê bajarê #Kobanî yê Rojavayê #Kurdistan`ê bombebaran dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 19, 2022
📸alyaum_news pic.twitter.com/NpxpqEYW03
Ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê peyam
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ligel wêneyeke balafireke şer peyama "Dema hesabdayînê ye! Hesab ji bo êrîşên xayîn tê xwestin!" hatiye parvekirin.