Li Amedê elektrîka mizgefteke dîrokî hatiye qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûr a Ameda parêzgeha Bakurê Kurdistanêê elektrîka mizgefteke dîrokî ku temenê wê 600 sal in ji ber ku fatoreyên xwe nedane hatiye birîn. Mizgeft bi 7.500 Lîreyî deyndare. Herwiha xelkê navçeyê ji ber qutkirina elektirîka mizgeftê nerazîbûn nîşan dan.

Peyamnêrê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akincî ragihand ku  Mizgefta Salos a li cadeya Gazî ya navçeya Sûrê li Amedê, ji ber deynan mehek e bê elektirîk e. Peyamnêrê me da zanîn ku elektirîka mizgefta ku 7 hezar û 500 TL deyndar e ji aliyê saziya belavkirina elektirîkê DEDAŞê ve hatiye qutkirin.

Welatiyên ku çûn mizgefta dîrokî ya ku berê wek sînegog  dihat bikaranîn û di sala 1555an de hatiye avakirin, mecbûr man ku di sermayê de nimêja înê bikin.

Welatiyên ku ji Rûdawê re axivîn, nerazîbûn li hemberî wê rewşê nîşan dan.

Yek ji welatiyan got, “Butçeya Diyanetê ji butçeya dewletê zêdetir e. Bila Diyanet deynê elektirîkê bide. Li vir 5-10 milyar dikarin bên komkirin? Welatî nikarin. Lê Diyanet ji Serokomar zêdetir budçeyê distîne, divê bide.”

Melayê mizgeftê jî, anî ziman ku ev mehek e eletirîka mizgeftê hatiye qutkirin û got ku ji DEDAŞê ji wî xwestiye ku “pereyê faturê ji welatiyan kom bike”.

Welatiyekî din jî ku li mizgeftê nimêj dike got: “Eger ev mizgefta ku îro pêwistiya wê bi çakkirinê heye bê restorekirin dê 200 milyar TL lê biçe. Ez bi salan li vir nimêj dikim. Welatî mexdûr in, çawa dê çareser bikin û dê heqê elektirîkê bidin?”

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku eger di vê mehê de fatûreya mizgeftê neyê dayîn dê ceza lê were birîn.