Li Mehabadê 56 bîrên avê hatin xitimandin!

 

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, 56 bîrên avê, bi hêceta ku “bi qaçaxî hatine lêdan” ji aliyê dewleta Îranê ve hatin xitimandin.

Rêveberê Ava Mehabadê Mihemed Ebdullahî ragihand, li tevahiya devera Mehabadê 2 hezar û 800 bîrên avê yên bi qaçaxî hatine lêdan, hene û got, ji wan bîran her sal zêdetirî 10 milyon kûp av tê derxistin.

Mihemed Ebdullahiyan diyar kir ku bi fermana dadgehê îsal 56 bîrên ku qaçax hatine lêdan, hatine girtin û got, dê tedbîrên qanûnî li hember wan bîran bidome.

Rêveberê Ava Mehabadê her wiha ragihand, 12 makîneyên lêdana bîran jî ku bi awayekî qaçax bîr lêdidan, hatine tiqûfkirin.