Li Rihayê operasyona fihûşê: 6 jin hatin rizgarkirin û 7 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji 9 gumanbarên ku bi îdiaya fihûşê hatibûn desteserkirin 7 kes hatin girtin.

Li bajarê Rihayê, tîmên Birêvebiriya Ewlehiya Giştî ji bo girtina kesên ku bi gef, zext û tundûtûjiyê jinan teşwîqî fihûşê dikin, dest bi operasyonekê kir.

Piştî xebata 3 mehan a tîman, di operasyona ku li navnîşanên diyarkirî hat kirin de 9 gumanbar hatin desterserkirin.

Her wiha 6 jinên mexdûr jî hatin rizgarkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî îfadeyan her 9 kes şandin dadgehê.

Ji wan 7 kes bi biryara dadgehê, bi tohmeta "teşwîqkirina fihûşê, navbeynkarî, peydakirina cih û bi gefxwarin û xapandinê neçarkirina jinan a fihûşê" hatin girtin.

2 kes jî bi merca kontrola edlî hatin berdan.