Li Qersê de 4 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyonekê de ku navenda wê bajarê Qersê bû bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” derbarê 29 kesan biryara girtinê derxist.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya biryara Serdozgeriyê de îro li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê operasyoneke hemwext pêk anîn û bi ser çend navnîşanan de girtin.

Di operasyonan de 4 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” hatin destserkirin.

Polîsan kesên destserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê û karûbarên wan ên îfadeyê didome.

Hat ragihandin ku operasyon ji bo destserkirina 25 kesên din jî berdewam e.