Li Serê Kaniyê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê birîndar bûn.

Li bajarokê Mebrûkeyê yê li rojavayê navçeya Serê Kaniyê hinek welatiyên Sûriyeyê xwest derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

Lê cendirmeyên Trikiyeyê gule li wan welatiyên Sûriyeyê reşandin.

Di encamê de 2 kes birîndar bûn û hat zanîn ku yek ji wan jin e.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeê ji wan kesan, 15 kes jî girtin.