Nevîn Îl weke Seroka Encûmena Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartina serokatiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed a Bakurê Kurdistanê, encûmena wê odeyê civîna xwe ya yekemîn a dema 2022-2026an li dar xist. Piraniya endamên encûmenê di civînê de amade bûn û tê de cîgirê serok û endamtiya katib hate hilbijartin, her wiha karsaza jin Nevîn Îl weke Seroka Encûmena Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hat hilbijartin.

Îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an bi dengên piraniya endamên encûmena Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Nevîn Îl weke Seroka Encûmenê, Salih Eren û Mehmet Tezgel weke Cîgirên Serok û Turhan Uslu jî weke endamê katib hatin hilbijartin.

Seroka Encûmena Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Nevîn Îl beşdarî bultena Bakur a Rûdawê bû û diyar kir ku destpêka gelek tiştan li Amedê bûye û ev hilbijartin jî destpêkeke nû ye û spasiya endamên encûmenê kir.

Di dîroka Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de cara yekem e ku jinek wek Seroka Encûmenê tê hilbijartin.

Nevîn Îl li ser hilbijartina xwe ya wek Seroka Encûmena Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji Rûdawê re got, “Nêzî 5 salan e em vî karî dimeşînin, di nava desteya DTSOê de me bi xurtî xebatên xwe domandin. Yek ji wan jî Encûmena Jinên Karsaz bû. Yek ji armanca me ya avakirina encûmenê jî pirsgirêka nûnertiya newekhev a jinan a di qada karsaziyê de bû. Di dîroka Amedê de cara yekem di sala 2009an de jinek hat hilbijartin, piştre di sala 2013an de jinek hat hilbijartin û di sala 2018an de dema em bûn berbijêr bi 4 jinan re di nava organên Odeya Bazirganiyê de me cih girt. 2 jê di encûmenê de, 2 jê jî di komîsyona pîşeyî de bûn.”

Nevîn Îl anî ziman, “Di encama hilbijartina meha Cotmehê de me bi giştî 35 jinan di organên cuda de erk bi dest xistin. Piştre jî bi hilbijartinê re berbijêrek ji bo Serokatiya Encûmenê weke jina pê re li hev hat kirin û weke Seroka Encûmenê destnîşan kirin.”

Li Amedê û Bakur girseyek cidî ya jinên karsaz heye

Nevîn Îl destnîşan kir ku jinên karsaz ne li ber çavan e got, “Ez dibêjim hejmara jinên karsaz li Amedê ne kêm in. Ew tenê ne li ber çavan e. Dema ku em di sala 2018an de ji bo encûmenê hatin hilbijartin, hejmara kompanyayên xwediyê wan jin bûn nêzî 1900î bû. Dema em li hejmarên vê Cotmehê dinêrin ev hejmar derketiye 4 hezaran. Ji ber vê yekê, me zêdebûneke girîng bi dest xist.”

Nevîn Îl anî ziman, “Niha li Amedê û li Bakur girseyek cidî ya jinên karsaz ava heye. Tespîta 'li Tirkiyê bilind, li Amedê kêm' ne zêde rast e. Bi tevlîbûna çalak a hemû xebatên DTSOê, me polîtîkayeke ku jin di cîhana karsaziyê de bikarin bibihîzin, haydar bin û ji derfetên cuda yên hikûmetê sûd werbigirin, meşandin.”