Ji Bakurê Kurdistanê bo 101 welatan îsota hişk hate hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê, di neh mehên destpêkê yên sala 2022ê de hinardeya îsota hişk %3 zêde bûye û gihiştiye 6 milyon û 817 hezar dolaran.

Li gor amarên Yekitiyên Hinardekarên Anadolu ya Başûrêrojhilat (GAÎB), ku hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê endamên wê ne, di neh mehên destpêkê yên sala 2022ê de bi bihayê 6 milyon û 817 hezar dolar bo 101 welatan îsota hişk hatiye hinardekirin.

Ji Bakurê Kurdistanê, bi tevahî 2 hezar û 954 ton îsota hişk di serî de bo welatên Almanya, Hollanda, Brîtanya, Herêma Kurdistanê û Iraq, Amerîka, Fransa, Rûsya, Îmarat, Komara Çek, Danimarka û Maltayê bo 101 welatan hatine firotin.

Di hinardeya îsota hişk de bi bihayê milyonek û 519 hezar dolar Almanya di rêza yekem, bi bihayê 908 hezar dolar Hollanda di rêza duyem û bi bihayê 885 hezar dolar Brîtanya di rêza sêyem de ye.

Derbarê mijarê de Serokê Meclîsa Borseya Bazirganî ya Rihayê Îsa Kizildemir got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku di sala 2022ê de hinardeya îsota hişk zêde bûye. Li cîhanê her diçe girîngiya çandiniyê zêde dibe. Cotkarên Rihayî li erdên xwe xwedî derdikevin û li ser berhemanînê berdewam in. Berhemanîna zêde ya îsota hişk li welatê me dibe. Wek berhemên din ên çandiniyê divê piştgiriya berhemhênerên îsotê jî bê kirin, da ku berhamanîn zêde bibe.”