Şewitandina Ala Kurdistanê li Bexdayê ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve li pêşiya baregeha PDKê. Wêne: AFP
Hewlêr (Rûdaw) – Sê partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS, PDK-S û Pêşverû bi daxuyaniyên cuda, êrîşa li ser baregeha PDKê û şewitandina Ala Kurdistanê li Bexdayê şermezar kirin.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa alîgirên Heşda Şeibî bo ser baregeha PDKê li Bexdayê û şewitandina Ala Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û êrîş şermezar kir û ragihand, ew êrîş di demekê de ye ku hikûmeta Iraqê pirsgirêkên xwe ligel Hewlêrê çareser bike û got, ev kiryareke terroristî ye û dive sûcdar bêne mûhasebekirin.
Li aliyekî din Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) jî şewitandina navenda PDK-Sê û Ala Kurdistanê şermezar kir û got, têkderên girêdayî Heşda Şeibî Ala û sembolên Kurdistanê li ber çavê hêzên emnî şewitandin.
PDK-Sê daxwaz ji deshelata Iraqê jî kir, sînorek ji van kiryaran re deyine û têkder jî bêne dadgehkirin.
Herwiha Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşverû jî şewitandina paregehê PDK û ala Kurdî li Bexdayê şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de, polîtboruya partiya Pêşverû got, grûpeke tundajo baregehê Partiya Demokrata Kurdistanê li Bexdayê, ala Kurdî û fotoyê sembolên gelê me yê Kurd şewitandin.
Di daxuyaniya xwe de, Partiya Pêşverû dibêje, Em vî karê têkder şermezar dikin û daxwazê li hikûmeta Îraqê dikin ku sînorekî ji van kiryarên deryasayî dane, di heman demê de, em piştgiriya xwe bo birayên xwe yên Partiya Demokrata Kurdistanê nîşan didin.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Ebdî jî duh di peyamekê de li ser twittera xwe, şewitandina Ala Kurdistanê di bûyera roja Şemiyê ya li Bexdayê de şermezar kiribû.
Roja Şemî 17ê Cotmeha 2020, hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û şewitandin. Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin, li ser vê bûyerê gelek karvedan çê bûn.
Amerîka, Brîtanya, Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî li gel çend aliyên din êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê û şewitandina Ala Kurdistanê şermezar kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse