Li Çiyayê Nemrûd minîbusa geştyaran wergeriya: 16 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kolikê yê Semsûra Bakurê Kurdistanê minîbusa geştyaran dema ji Çiyayê Nemrûdê vedigeriya, wergeriya û di encam de 16 kes birîndar bûn.

 

Doh êvarê li ser Çiyayê Nemrûdê piştî ku geştyaran dema roj diçe ava temaşe kirin û vegeriyan bajarê Izmirê li nêzîkê Keleha Arsemia ya li bajarokê Kolikê minîbusa wan wergeriya û di encam de 16 kes birîndar bûn.


Hat ragihandin ku birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê hatine veguhestin û ti metirsiyek nîne û rewşa wan baş e.

 

Herwiha polîsê Tirkiyê ragihandiye, derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

 

Çiyayê Nemrûdê Heştemîn cihê newaze yê cîhanê ye û salane ji navxwe û derve bi hezaran geştyar serdana wê derê dikin.