Fermandarê pêşmerge: Bîrên petrolê yên Xurmalê parastî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarekî pêşmerge ragihand, ku bîrên petrolê yên Xurmalê parastî ne û ti metirsiyek jî li ser wan navçeyan nemaye.


Fermandarê Fewca 1 a ser bi Lîwaya 1 a Polîsên Petrol û Gazê Eqîd Ebdul Şeme ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên wan ji bîrên petrolê yên Xurmalê paşde venekişiyane û herwiha eşkere kir, ku ew agahiyên ku dibêjin hêzên iraqî dest danîne ser bîrên Xurmalê, ne rast in.

 

Eqîd Ebdul Şeme tekez kir: “Ez bi xwe niha li ser bîrên petrolê yên Xurmalê me. Agahiyên bi vî awayî ji rastiyê dûr in.”

 

Kêlgeha Xurmalê ji sala 2008ê ve ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên birêvebirin. Rojane 110 hezar bermîl petrol ji vê kêlgehê tê berhemanîn.