Hilbijartinên Swîsre: Dijberên Yekîtiya Ewropa û biyaniyan serketin

Dusseldorf (Rûdaw) - Swîsre di hilbijartinên parlementoyê de ber bi aliyê rastgir ve şemitî.

 

Yekşema borî 5 milyon swîsrî çûne ser sindoqên dengdanê, da ku 200 nûnerên xwe bişînin parlamentoya wî welatî li Bernê. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku li Swîsreyê desthilat ji çep-navîn ber bi rast-navîn ve şemitî. Bi vê yekê li Swîsreyê hem dijberên biyaniyan, hem jî yên Yekîtiya Ewropayê (YE) bihêztir dibin.

 

Partiya Partiya Gel ya Swîsrî (SeVePe) ku pariyeke rastgir-neteweperest e, serketiya hilbijartinan e. SeVePe ya ku berê jî partiya yekemîn bû, vê carê dengên xwe zêde jî kirin û bi sedî 24,5ê dengan 65 kursî ji 200 kursiyên parlamentoya wî welatî bidest xistin.

 

Partiya aborî-nijadperest FDP jî 33 kursî qazanc kirin. Bi vî awayî partiyên nijadperest bi bidestxistina 101 kursiyan pirraniya kursiyên parlamentoya Swîsrê birin.

 

Di hilbijarinan de partiyên navîn û çepgir, ango Partiya Keskan û Partiya Sosyal-Demokrat deng winda kirin û pirraniya kursiyan jî ji dest dan.

 

Li gor çavdêran, partiyên nijadperest bi taybetî ji krîza koçberan sûd wergirtin, tevî ku Swîsre yek ji wan welatan e ku herî kêm koçber berê xwe didinê. Partiyên nijadperest soza wê yeke dabûn ku deriyan li koçberan bigirin û Swîsreyê ber bi YE ve nebin. Û bi van sozan pirraniya dengan wergirtin jî.

 

Li gor daxuyaniyên fermî, tevî koça mezin ya koçberan ber bi Ewropayê ve, Swîsre îsal çaverêyî tenê 29.000 koçberan e.

 

Li Swîsreya xwedî 8 milyon niştecîh, ji sedî 25ê niştecîhên wê biyanî ne, ji sedî 35ê xelkê swîsrî jî xwedî paşxaneyeke biyanî ne. Lê di van salên dawî de hewlên astengkirina niçtecîhbûna biyaniyan li Swîsreyê berbiçav zêdetir bûne.

 

Li Swîsreya ku xwedî sîstemeke “demokrasiya hevpar“ e, hikûmet tenê ji 7 wezîran pêk tê û serokwezîr tine. Biryar bi lihevhatinê tên dan.

 

Partiya Gel ya Swîsrî ku heta niha xwedî 1 wezîrî bû, diyar kir ku ew êdî dê daxwaza 2 wezîran bike. Di civîna parlamentoyê ya 9ê Kanûnê de dê wezîrên nû bên hilbijartin.