Li pêş çavê me li keçekê dan û serê wê jêkirin
Hewlêr (Rûdaw)- Jinek ji bajarê Kobaniyê, li ser destê çekdarên DAIŞê hat girtin û piştî ku ew 20 rojan li cem wan çekdaran ma, hat berdan û berê xwe bide Bakurê Kurdistanê, piştre jî ji wê derê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li Kampa Basirmeyê bi cih dibe.
Ew jina kurd behsa tawanên DAIŞê dike û wiha dibêje, “Çekdarên DAIŞê li şervanên kurd ên girtî didan, li pêşiya me serê wan jêdikirin. Li pêş çavê me li keçekê dan û sere wê jêkirin û ew avêtin.”