Duzce - Mînîbusa Rihayê qeza kir: 22 karkerên demsalî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Duzceyê ya Tirkiyeyê minîbûseke veguhastinê ya karkerên demsalî wergeriya û 22 karker birîndar bûn.

Li navçeya Cumayeriyê ya Duzceyê mînîbuseke veguhastinê ya karkerên demsalî ya bi plakaya Rihayê ji rê derket û ji çiyê ket xwarê.

Di encamê de 22 kes birîndar bûn û ku di nav birîndaran de zarok jî hene.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Piştî midaxaleya li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya hinek birîndaran giran e.