Şerê li Licê: Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li navçeya Licê ya Amedê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Li çoltera gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê di navbera gerîla û leşkeran de şer derketibû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Hebûn Pîro û Botan Osyan 15ê Îlona 2024an li gundê Pêçarê yê Licê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Hebûn Pîro: Navê wî yê fermî Zirav Taş e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye. 

Botan Osyan: Navê wî yê fermî Fehmî Başkûrt e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Cenazeyên gerîlayên ku di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dabû biribûn Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.

Malbatên her du gerîlayan cenazeyên wan ji Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê wergirtin.

Cenazeyê Hebûn Pîro li gundê Fişatê yê navçeya Farqînê ya Amedê û yê Botan Osyan jî li gundê Serxanisê yê navçeya Xisxêrê ya Sêrtê hatin veşartin.

HPGyê diyar kir ku Hebûn Pîro sala 2013an û Botan Osyan jî sala 2019an tevî refên gerîlayan bûne.