Wan nêzîkbûna Enqere û Şamê protesto kiribû: 18 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyeyê ve, 18 kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne girtin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku polîsên leşkerî, li ber rêbenda gundê Kefer Cennê ya li Efrînê, 18 kes girtine ku beşdarî xwepêşanan bûne.

Li gorî daxuyaniyê, ew 18 kes li dijî asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li bajarê Efrînê derketibûn xwepêşandanê.

Xwepêşanderan xwestibû ku eniyên şer li dijî hikûmeta Sûriyeyê bêne vekirin.

Grûpên çekdar ên mixalefetê li her du navçeyên ku Tirkiyeyê navên “Mertala Feratê” û “Şaxê Zeytûnê” li wan kiriye xwepêşandanan dikin û nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de red dikin.

Li aliyê din, duh bi şev li rojhilatê Helebê li bajarê El-Babê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşanderan red dikir ku Deriyê Ebû El-Zendeynê yê di navbera herêmên mixalefetê û hikûmetê de bê vekirin.