Li Erziromê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tortimê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî otomobîlek wergeriya.

Di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li ser rêya navçeyên Tortim û Azortê otomobîla ku şofêrê wê M.A. bû ji rê derket û wergeriya newalê.

Di encama bûyerê de şofêr M.A., û kesên bi navê Y.K, M.B, M.K. û Y.O.Y. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Azortê û nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

M.A. û Y.O.Y.  tevî midaxeleyan jî li nexweşaneyê canê xwe ji dest da.

Tedawiya her sê birîndarên din berdewam dike.