Çîrokeke dilşewat: Jineke Kurd a nexweş ku ji ber şer du caran koçber bû li benda alîkariyan e

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişa DAIŞê ya li ser Kobaniyê, bi zarokên xwe re koçberî Efrînê bû û piştre ji ber şerê Efrînê koçberî Herêma Kurdistanê bû. Jina Kur a nexweş niha li benda alîkariya xêrxwazan e da ku ji rewşa wê re çareyek bê dîtin.

Jina Kurd a 30 salî ji sala 2019an ve ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye berdan, lewma barê xwedankirina zarokên wê ketiye ser mile wê, neçar ekar bike, lê ji ber ku aliyekî bedena wê ji zikmakî ve felc e nikare weke tê xwestin kar bike. Xwediyên kar jê re dibêjin ew nikarin wê qebûl bikin, ji ber ku ew xwar birêve diçê.

Jina Kurd xwedan 3 zarokan e û nexweşiya wê dibe rêgir li ber birêvebirina jiyana zarokên xwe.

Ev jin bi xwe xelka bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdiastnê ye. Di sala 2014an de ji ber şerê DAIŞ ya li Kobanê koçberî Efrînê dibin.

Piştî şerê li Efrînê rûda, dubare koçber bûn, lê vê carê bo paytexta Herêma Kurdistnê.

Piyekî wê ji zikmakî ve felc e, lewma xwedan kar wê li cem xwe qebûl nakin.

Penabera Rojavayê Kurdistanê dibêje "Tiştekê min tuneye û ez di kirê de me. Mesref ji malê re divê. Ez diçim çi kar, ji min re dibêjin ku piyê te ne başe, lewma piştî çend rojekî, xwedanê kar min ji kar derdixin. Dema cejin tê, ez ji zarokên xwe re dibêjim ne cejn e, ji ber ku ez nikarin şekir an cilûbergên cejnê ji wan re bikirim, lewma ez ji wan re dibêjim razên, cejn tuneye."

Ji sala 2019an ve ji aliyê hevjînê xwe hatiye berdan, lewma barê xwedîkirina zarokên wê ketiye ser mile wê.

Daxwaziyên wê jî dubare neştecîbûn ji aliyê UN ve ye, yan jî kesek wê qebûl bike di karekî de, ta jiyana van zarokan bi rê ve bibe.

Penabera Rojavayê Kurdistanê "Destpêkê, ez daxwazê ji UNHCR dikim ku çareyekî ji rewşa min re bibîne, herweha daxwaziya min ji dezgehê Xêrxwaziya Barzanî ew e ku alîkariya min bike, yan jî xwedan karek min li cem xwe qebûl bikê ji bo ku ez jiyana xwe bi rê ve bibim."

Bi gotina vê dayika 30 salî, heta cilûbergên di nava mala wê de jî ji aliyê xêrxwazan ve hatine dabînkirin û eve zêdeyî heftiyekî ye xwarina germ di mala wan de nehatiye çêkirin, lewma pêwîstiya wê bi destê alîkariyê heye.