Civaka qereç dixwaze di Parlamentoya Kurdistanê de nûnerê wan hebe

Duhok (Rûdaw) – Qereç anku hostayên li Herêma Kurdistanê dixwazin nûnerê wan jî di Parlamentoya Kurdistanê de hebe û ji wan re jî kota were destnîşankirin.

 

Piştî serhildana sala 1991ê, qereç anku hostayên li Herêma Kurdistanê beşdarî hebû hilbijartinan dibin û dengê xwe didin.

 

Hemwelatiyê bi navê Hekîm Yûsif ê ji Komalgeha Rizgarî ya Duhokê ji Rûdawê re got: “Eger Xwedê bixwaze û heta wê demê em nemrin ez ê vê hilbijartinê jî dengê xwe bidim. Ji sala 1990ê ve ez li defê dijenim, sitran û helbestan dixwînim.”

 

Li gorî gotinan qereçên li Herêma Kurdistanê di sedsalên borî de ji Îranê mişext bûne û hatine. Sala 1977ê nasnameya hemwelatîbûna Iraqê wergirtine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2008ê ji bo wan li Duhokê Komalgeha Rizgarî ava kir û niha 550 malbatên qereç, ku dike 2715 kes, li wir dijîn.

 

Niha di van hilbijartinan de ew jî di Parlamentoya Kurdistanê de daxwaza kotayê dikin.  

 

Mixtarê Komalgeha Rizgarî Yûnis Zamîr jî ji Rûdawê re got: “Navê komalgeha me di hilbijartinan de heye. Em hez dikin nûnerek me jî di Parlamentoya Kurdistanê de hebe, daxwaz û pêwîstiyên me jî bên berçavgirtin. Eger li amaran binerin hejmara xelkê me ji ya tirkmenan zêdetir e.”

 

Piraniya nîştecihên Komalgeha Rizgarî jin û zarok in û bi karên cuda ve mijûl in. Hinek ji wan pêşmerge ne û wan di dema borî de ji bo Kurdistanê qurbanî jî dane.

 

Necarê bi navê Rêbaz Yunis jî diyar kir: “Em beşdarî hilbijartinan dibin û dengê xwe didin lê namzedê me nînin. Ji qewm, malbat û xizmên me kes nebûye namzed.”

 

Hemwelatî Ebdulkerîm Silêman got: “Jiyê min 21 sal e û ez xwedekarê pola 12 a amadeyî me. Ez dixwazim nûnerê me jî di parlamentoyê de hebe û projeyên me cîbicî bike. Nûnerê me hebe û çavê xwe bide me.”

 

Hemwelatiyekî din jî da xuyakirin: “Em û gelê Kurd bi hev re rabûne, me bi hev re jiyan kiriye. Zarokên me bi hev re mezin bûne. Me jî gelek şehîd dane, niha du kurên min pêşmerge ne.”

 

Li gorî amaran li Başûrê Kurdistanê hejmara qereçan nêzîkî 40 hezar kesan e û ji wan 8 hezar kes li Duhokê dijîn. Komalgeha Rizgarî li seranserê cîhanê yekemîn cihê taybet ê civaka qereçiyan e.