MÊRDÎN - Xwediyê xanî malbata penaber ji xanî derxist: 5 zarok di dikanê de dijîn
Mêrdîn (Rûdaw) - Li Mêrdînê malbateke penaberên Helebê ji ber ku xaniyên kirê bi dest naxin sê meh in di dikanekê de, di nav gilêş û eşyayên bikarhatî de di şert û mercên gelekî xirab de dijîn.
Dê û bav û pênc zarok bi giştî heft endamên wê malê hene.
Bavê malê Munîr Tahir, li dikanê bi kirin û firotina eşyayên xurde û bikarhatî debara malbata xwe dike.
Xwedîyê xaniyê wan sê meh berê bi hinceta ku dê xizmekî wî bikeve xanî ew ji xanî derxistin.
Piştî hingê bi hinceta ku ew qelebalix in kesî xanî bi kirê nedaye wan.
Xaniyên ku li gorî wan bûne jî ji ber kireya zêde wan nekarîne bigirin.
Her ji van sedeman ew neçar mane û wan xwe spartiye vê dikanê û di nav gilêşê de dijîn.
“Keçên min nikarin herin serşokê”
Bavê malê Munîr Tahir got “Ez mecbur im liv ir rûnim. Ez dê bi kû de herim. Yanî ez ji mecbûrî li vê dikanê me. Jina min nexweş e.
Qîzên min nikarin herin serşokê. Yanî banyoya me liv ir e, hemî tiştên me liv ir in. Pir zor e.”
Cîhê xwarin û vexwarin, razan, serşok, cîhê bêhnvedan, rabûn û rûniştina wan hemî ev der e ku ev cih jî ji şert û mercên jiyaneke tendurist gelekî dûr e.
Li gorî ew dibêjin niha xwediyê vê dikanê jî bi hinceta ku dikanê weke malê bi kar tînin dixwaze wan ji wir jî derxe.
Eger ji malbatê re çareyek neye dîtin dibe ku siberojê ew li kolanan bimînin.
“Zivistan nêzik e, pêwîstiya zarokên min bi xwendinê heye”
Dayîka malê Necah Tahirê anî ziman:
“Zivistan nêzik e. Pêwîstiya zarokên min bi xwendinê heye. Em ji vê rewşê gelekî bêzar bûne. Pêdiviya me bi xaniyekî heye daku zarok xwe tê de bi cih bikin.
Em li vir şermezar bûne û em westiyan. Em neçar in li derve serê xwe bişon. Keçikên min mezin bûne û gelekî westiyane. Nikarin biçin serê xwe bişon an jî biçin tiwaletê.”
Cemîle, Sûat, Mihemed, Ehmed û Hena zarokên malbatê ne û her pênc jî xwendekar in.
Keçika mezin a malê Cemîle nîgarkêş e, keçika din Sûat jî werzîşvana handbolê ye lê di van şertên xirab de xwendina wan di metirsîyê de ye.
“Em naxwazin weke dê û bavê xwe pirsgirêkan bijîn”
Hinek xêrxwaz daxwaza alîkariyê dikin ku ji wan re xanî were dîtin, eşyayên paqij werin raxistin û xwendina wan bidome.
Keça mezin a malê Cemîle Tahirê diyar kir:
“Ez û xwişk û birayên xwe dixwazin perwerdeyeke baş bibinin. Em dixwazin bibin xwediyê pîşeyekî baş.
Em naxwazin weke dê û bavê xwe pirsgirêkan bijîn.”
"Li vir jiyan zortir e"
Keça biçûk a malê Sûat Tahirê got,“Hemî eşya li ser hev in. Yanî mirov li vir nikare nefesê bistîne. Ji bo ku em jiyaneke baş bijîn em ji şer reviyan hatin vir lê li vir jiyan zortir e. Ev cîh ji bo jiyanê ne guncav e.”
“Niha dibistan dê vebin lê ez nizanim em ê çawa herin”
Zerokê biçûk ê malê Ehmed Tahir jî got, “Niha dibistan dê vebin lê ez nizanim em ê çawa herin. Li vir bi zehmetî em xwarinê çêdikin. Ez dixwazim maleke me hebe.”
Her pênc zarokên malbatê bi çevên tijebendewarî û bihêvî li bendê ne ku destên alîkariyê bigihijin wan.