Hewlêr (Rûdaw) - Li Akrê pirsgirêka pîsbûna ava wan cihan heye ku geştyar serdanê dikin, avên wan seyrangehan tijî zibil û bitlên avê bûne, di demekê de ew av ji bo avdêrî û çandinî û ajeldariyê tê bikaranîn. Berpirsekê rêxistinke jîngehê li Akrê dibêje, pîsbûna avê metirsiyeke mezin e û tekez dike, beriya niha ew av ji bo vexwarinê jî dihat bikaranîn, lê niha ji ber bermahiyên geştyaran, kes nikare wê avê bikar bîne.
Di dîmenan de ava seyrangehekê li Akrê tê dîtin ku tejî zibil û paşmayên geştyaran e. Rojane di navbera 500 heta 1000 kesan serdana wê derê dikin. Cihekî hênik e û ji bo paqijiya wê, çend metreyan dûrî hev zibildan hatine danîn.
Xwediyê wê seyrangehê Evraz Sûrçî dibêje, hundirê seyrangehê di bin kontrola me de ye û paqij e , lê derveyî seyrangehê nayê kontrolkirin û gelek tê pîskirin.
Evraz Sûrçî dibêje, “di navbera her sê metran de min zibildanek daniye daku xelk gilêşê xwe bavêje. Ewê davêje nav avê me nikarin destê tevan bigrin û gilêşê wan bikin vir (zibildanê), eger na em ji bo paqijiyê ti xemsariyan nakin. Hemû sibehan şaredarî tê û zibil dibin.”
Ava ji seyrangehên Akrê derdikevin, ji bo avdêriyê jî sûd jê tê wergirtin.., lê bi vî awayî tejî plastîk û zibilê geştyaran e. Beriya niha jîngehparêzên deverê hewlên cuda ji bo paqijkirina jêderên avê didan lê niha şiyanên wan têrê nakin. Beriya du salan di hewleke Rêxistina War a Jîngehparêziyê du ton bermahî hatin komkirin.
Berpirsê hewleke Rêxistina War a Jîngehparêziyê li Akrê, Hazim Elî ji Rûdawê re diyar kir, “pîsbûna avê metirsiyeke gelek mezin e, çimku ev av ji bo çandiniyê û avêdanê bikar tê, bêguman dema ku ev av pîs dibe hem berhemek xirab çê dibe û hem ajeldar jî nikarin sûdê jê werbigrin. Beriya niha ev av bi dirêjiya çendîn kîlometran diherikî, xelkê bo vexwarinê û çandiniyê bikardianîn, lê niha ji ber pîsbûna bermahiyên geştyaran ne bo çandiniyê û ne jî ji bo ajeldariyê bikar tê.”
Zêdebûna metirsiye cihên geştyariyê li ser jîngehê û çavkaniyên avê aliyên berpirs li Akrê li hev civandin. Lê ji bilî hişyarîdanê tiştekî din di pratîkê de nehat kirin
Berdevkê Rêveberiya Geştûguzarê ya Akrê, Vehêl Akreyî ji Rûdawê re got, “Wek ceza me kes ceza nekiriye, çimku çi qanûnek bo pîskirina ava havîngehan ji aliyê geştyaran ve nîne ku xelkek din sûdê jê dibînin, lê me agahdarî dane wan cihan ku ev ava paqji bihê parastin daku xelkek din jî bikare sûdê jê bibîne.”
Zêdetir ji 200 seyrangeh li parêzgeha Duhokê hene, ku çavkaniya ava wan xwezayî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse