Li nêzîk Pira Delal a Zaxoyê termê ciwanekî 16 salî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Zaxoyê ragihand, termê ciwanekî di nava çemê Xabûrê de û li nêzîk Pira Delal hatiye derxistin lê hêj nasnameya wî nehtaiye zanîn.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê, Nehşet Selman roja Pêncşembê 18ê Tebaxa 2018an ji Rûdawê re ragihand, roja Pêncşembê demjimêr 14:00 piştî nîvro, “hêzên me termê ciwanekî di nava çem de li nêzîk Pira Delal a Zaxoyê dîtine, termê derxistine lê belê ji ber ti nasname pê re nebûne nayê zanîn ew ciwanê 16 salî kî ye û xelkê kîjan navçeya Herêma Kurdistanê ye.”

Berdevkê Polîsê Zaxoyê dibêje, “termê wî ciwanê xeniqî li Pizîşkiya Dadê ya Zaxoyê ye û em li bendê ne kesûkarên wî peywendiyê bi me re bikin, ji ber ku tiştek li ser wî ciwanî nayê zanîn.”

Nehşet Selman diyar kir, beşek ji ciwanan melevaniyê nizanin û dema diçin nav çem û rûbaran dixeniqin, lewra daxwaz dike kesên ku melevaniyê nizanin neçin cihên kûr ên çeman.

Li gor amarên berevaniya sivîl a Herêma Kurdistanê, îsal 25 kes li herêmê di çem, rûbar û golên piştî bendavan de xeniqîne û canê xwe ji dest dane.

Navçeya Zaxoyê ser bi parêzgeha Duhokê ve ye û di sala 2021an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye xwediyê statuya rêveberiyeke serbixwe.

Roja 20ê Îlona 2021an Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê di serdaneke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo wê qezayê de bi fermî hatibû ragihandin û Guhdar Şêxo jî wek Serpireştî Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo hatibû diyarkirin.

Roja 28 Tîrmeha 2021an Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû herdû qezayên Soran li parêzgeha Hewlêrê û Zaxo li parêzgeha Duhokê bibin rêveberiyên serbixwe.