Hewlêr (Rûdaw) - Bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê û Rêxistina SPARK ya Hollandî, xwendekarên Rojavayê Kurdistanê dikarin li zanîngehên Başûrê Kurdistanê xwendina xwe berdewam bikin.
Berpirê Şaxê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê (YXKRK) Ehmed Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand ku Yektiya Xwendekaran li gel Rêxistina SPARK a Holendî bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê, protokoleke hevtêgihiştinê îmze kirin.
Li gor berpirsê YXKRKê, Rêxistina SPARK dê heta 450 xwendekarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê bide xwendin.
Ji Sibê, roja Pêncşemê heta 31ê vê mehê tomarkirina navên xwendekaran dê berdewam be.
Ehmed Mihemed Emîn derbarê krîterên serlêdanê jî dibêje, hemû xwendekarên ku temenê wan ji 17 ta 30 salî dikarin bi tijîkirina formeke online serîlêdana xwe pêşkêş bikin û diyar dike ku ew dê di vê qonaxê de jî ji xwendekaran re bibin alîkar.
Ehmed Mihemed Emîn diyar dike ku dê komîteyek ji stafên SPARKê pêk bê û ew dê biryarê li ser wergirtina xwendekaran bidin û dibêje, “Li zankoyan jî dê bên wergirtin li peymangehan jî. Ew ên kesên dîploma wan a Sûrî jî be dikarin serlêdanê bikin.”
Berpirsê YXKRK li Herêma Kurdistanê dibêje, “Girîng e ku xwendekara forma serlêdanê tijî bikin ku mafê wan ji dest neçe. Ji ber ku eger îsal navê wan dernekeve jî bila ji sala bê re amade be ku bên wergirtin.”
Herwiha Ehmed Mihemed Emîn daxwaz dike ku xwendekar serdana ofîsa wan bikin ku bo wan bibin alîkar û dibêje ew jî dê komîteyekê ava bikin û serdana kampan bikin.
Derbarê dewama alîkariya wê rêxistina Holendî bo xwendekaran jî Ehmed Mihemed Emîn aşkere dike, “Projeya SPARKê bo 4 salan e. Jibilî kirêya xwendina li zankoyan, bo her xwendekarekê jî mehane derdora 280 dolar dê bên dayîn. Proje zanîngehên hikûmî û taybet jî li xwe digire.”
Berpirê Şaxê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê diyar dike ku ew kontenjana 450 kesî dê ne tenê ji bo Rojava be û diyar dike, “Derdora ji sedî 25-30 dê bo Kurdên Herêma Kurdistanê be. Lê rêjeya zêdetir, ji sedî 70-75 dê bo Rojava be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse