Banga Bucak bo aliyên Kurd: Pêwîst e em bi hev re tevbigerin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Platforma Demokratên Kurd li Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak dibêje divê hemû alî bi hev re li ser biryara dûrxistina şarêdarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bidin û tevbigerin.

 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak beşdarî bultena Rûdawê bû û li dijî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ya ji bo dûrxistina serokên şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê bertekên xwe nîşan da.

 

Sertaç Bucak biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê kiryarek li dijî demokrasiyê bi nav kir û got:  “Ev biryar ne rast e. Ew wek hêcet dibêjin ku li dadgehê derbarê şaredarên de lêpirsîn heye, lê dadgehê ti biryar nedane ku şarêdarên Amed, Mêrdîn û Wanê sucdar bin. Lewma biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îradeya gelê Kurd û dengdêran xesp kiriye.”

 

Bucak diyar kir ku ev biryara hikûmeta Tirkiyê piştî wê yekê dubare dibe ku şarêdarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji sedî 50 zêdetir deng wergirtine dû dibêje: “Ev cara duyemîn e qeyûm têne danîn li şûna şaredarên hatine hilbijartin. Niha jî radibin û dibêjin hûn nikarin îdareya şaredariya bajaran bikin. Ev yek tê wateya midexaleya îradeya hilbijerên Kurd. Em dibêjin ev yek nayê qebûlkirin.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Bucak gogt: “Heta vê gavê jî hinek hêviyên xelkê Bakurê Kurdistanê hebû ku pêvajoyeke nû di meha Îlonê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest pê bike, lê ew biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bû sedem ku ev hêvî nemînin û têk biçin. Bi vî awayî û biryarên wiha pirsa Kurd nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsan pêwîstî bi rêyên aştiyane hene, lê biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê xizmeta aştî û çareserkirina pirsan nake. Ev biryara wezaretê gelek şaş e.”

 

Serokê PDK-Bakur bibîr xist ku di heyama hilbijartinên 31ê Adarê de de partî û tevgerên Kurdistanî hevpeymaniyek ligel HDPê pêk anîbûn û dibêje: “Niha jî pêwîst e em hemû bi hev re biryarê bidin.”

 

Bucak tekez dike ku ew şaredarên hatine hilbijartin temsîla dengderên Kurd dikin, lewma divê ne tenê HDPê di heman demê de hemû partiyên Tirkiye bi taybetî Partiya Gel Komarî (CHP) li hemberî biryara wezaretê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Herwiha pêwîst e hemû rêxistin û dewletên navnetewî li hemberî vê biryara bêyî hiqûqî dengê xwe bilind bikin û birayên me yên HDPyî jî li ser siyaseta aştî û demokratîk bimeş in.”

 

Bucak balkişan ser çalakiyan û got: “Ji bo Wezareta Navxwe ya Tirkiye paşde gav bavêje piştgiriya gelê me gelek girîng e, lê em dibînin ku hewl didin bi polîs û çapemeniyê ev daxwaz têk biçe. Hikûmet nikare bi awayekî demokratîk îradeya gel kontrol bike, lewma hewl didie bi tundî daxwazên xwe bicih bike. Herwiha metirsî heye ku biryarên bi vî awayî zêdetir bibin û li hinek bajarên din jî qeyûm bêne danîn.”