Zanîngeha Artukluyê dest bi wergirtina xwendekaran kir

Mêrdîn (Rûdaw) - Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê dê di dema hîndekariya 2013-2014’an de 250 xwendekaran ji bo lîsansa bilind a bêtez û 15 xwendekaran jî ji bo lîsansa bilind a bi tez werbigre.

Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê dê îsal ji bo Beşa Ziman û Çanda Kurdî 250 xwendekarên lîsansa bilind a bê tez û ji bo lîsansa bilind a bi tez jî 15 xwendekar werbigre. Ji bo vê yekê serlêdanan dest pê kir. Ji gelek bajarên Bakur 800 xwendekaran serî li vê beşê da.

 

Armanca her xwendekarek ku serlêdan kirine ji hev cuda ne. Hinek tenê ji bo dildariya zimên û hinek jî ji bo mamostetiya kurdî serlêdan dikin.

 

Ji bo şêwezarê kirmanckî yanî zazakî jî dê 15 xwendekar bêne wergirtin

 

Xwendekarên vê beşê biqedînin dê formasyona mamostetiya kurdî werbigrin û bikaribin di dibistanan de bikevin dersên hibijartî yên kurdî. Dema serlêdanan di 21’ê tebaxê de bi dawî dibe.