Îzmîr: Agirê li 2 navçeyan berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Gazîemîr û Bucayê yên Îzmîrê şeva borî agir bi daristanê ket û midexaleya ji hewa û bejahiyê ve berdewam e.

Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban li ser medyaya civakî derbarê agirê li 2 navçeyan daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya parêzgar, li navçeyên Gazîemîr û Bucayê agir bi daristanê ketiye û ji bo vemirandina agir 7 firoke, 23 helîkopter, 100 makîneyên kar, 19 tankêrên avê, traktoreke bi palet, 21 tankêrên mezin, 8 dozer, 13 TOMA, 69 tîmên yunus, 26 tîmên trafîkê, 98 tîmên sivîl, tenduristî û agirvemirandinê û 2 hezar û 172 karker hatine şandin.

Herwiha hat ragihandin ku agirê li navçeyên Bergama û Foçayê yên Îzmîrê hatiye kontrolkirin lê kar û xebatên sarkirinê berdewam in.

Li navçeya Gazîemîrê jî doh demjimêrên nîvro agir bi daristanê ketibû û ji ber agir geştên Balafirgeha Adnan Menderesê hatibûn rawestandin lê demjimêrên êvarê careke din geşt berdewam kirin.