Li Şêrawa di topbarana Tirkiyê de jinek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de bo ser gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jineke Kurd birîndar bû.

Li gor çavkaniyên xwecehî, di encama topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de bo ser gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa jina bi navê Zelûx Hemşo ya 30 salî birîndar bûye.

Heman çavkaniyan ragihand ku Zelûx Hemşo bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Roja 17ê Tîrmehê jî hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundên Meyasa û Kilutiyê topbaran kiribûn.