Li Amedê pevçûna çekdarî: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Razan a Ameda Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di ecamê de kesekî canê xwe ji dest da.

 

Li gorî agahiyên berdest li navçeya Razan a Amedê, li bazar fêkî û sebzeyan, di nava 2 koman de ji ber lihevnekirina erd nîqaş derket. Niqaş dûv re veguehrî pevçûnê û herdu koman bi çekan li hev teqe kirin.

 

Di encama êrişa bi çekan de M.A birîndar bû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet, taybet lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.

 

Di lêgerîna cihê bûyerê de keleşkofek û tivingeke bi pompe hatin destbisergitin.

 

Derbarê pevçûnê de Ş.E, N.E. û M.S.B. hatin desteserkirin.