Li Miksê termê zarokê 4 salî di çem de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, termê zarokê ku berî du rojan winda bûbû di çem de hat dîtin.

Li zozanên wê navçeyê beriya du rojan zarokê çar salî Mehmet Alî Çapur winda bûbû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê û cendirmeyan li navçeyê dest bi lêgerînê kir.

Di encama lêgerîna tîman de termî zarokê 4 salî îro 2 kîlometreyan dûrî cihê lê winda bûbû hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê  termê Mehmet Alî Çapur veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Miksê.