Li Mereşê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksuna ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê jî nêzîka 7.1 kîlometre bin erdê bûye.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) îro Duşemê 19ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li navçeya Goksuna ya ser bi parêzgeha Mereşê ve di demjimêr 21:31 xûlekan de erdhej çêbûye.
AFADê ragihandiye, hêza erdhejê 4.7 pileyê rîxter û kûrahiya wê jî 7.1 kîlometre di bin erdê de bûye.
Li gor zanyariyên destpêkê erdhej nebûye sedema ti zirarekê.