Li Meletiyê û Mereşê erdhej çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya ser bi parêzgeha Meletiyê ve û navçeya Goksunê ya ser bi parêzgeha Mereşê ve yên Bakurê Kurdistanê, du erdhejên cuda çêbûn.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja 6ê Sibata 2023an a Mereşê erdhejên paşekî berdewam in. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê ragihand ku li navçeya Çirmikê ya ser bi parêzgeha Meletiyê ve roja 19ê Hezîranê di demjimêr 03:30an de bi hêza 4.4 pile erdhejek çêbûye.

Li gor zanyariyên ku Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 3.3 kîlometre binê erdê çêbûye.

Li navçeya Goskunê ya Mereşê jî roja 19ê Hezîranê di demjimêr 04:21an de bi hêza 4 pile erdhejek çêbû. Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Her wiha roja 18ê Hezîranê di demjimêr 18:36an de li navçeya Şîro (Puturge) ya Meletiyê bi hêza 4.6 pile erdhejek çêbû. Erdhej di kûrahiya 7.06 kîlometre binê erdê çêbûye.