Birayê Serokê AK Partiyê yê Hezroyê rastî êrişa çekdarî hat

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, hin kesên nasnameya wan nehate zanîn, bi çekan êrişî birayê Serokê AK Partiyê yê Hezroyê Cemal Mehmetoglu yê bi navê Omer Faruk Mehmetoglu kirin û di encama êrişê de Omer Faruk Mehmetoglu birindar bû.

Omer Faruk Mehmetoglu yê 22 salî dema ku bi otomobîla xwe ya bi plaqeya 06 BB 8568 di saet 00.45an de ji herêma Koteholkeya li taxa Baxyurduyê re derbas dibe û rastî êrîşê hat.

Mehmetoglu di êrîşê de ji otomobîla peya bû û li erdê ket, li ser vê birîndar bû. Mehmetoglu bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezroyê.

Ekîbên cendirmeyan li cihê bûyerê geriyan, di lêgerînê de li 19 cihên cuda 22 paşmayên guleyên keleşkofê, 27 paşmayên guleya demançeyê, 3 guleyên keleşkofê û 14 guleyên demançeyê dîtin.

Xebatên ji bo derdestkirina êrîşkaran hêj berdewam in.

Derbarê bûyerê de Serokê AK Partiyê yê Hezroyê Cemal Mehmetoglu ragihand ku birayê wî ji mala nav baxçe vedigeriya, rastî êrîşê hat û ji lingê xwe birîndar bû.

Mehmetoglu got: "Pirsgirêka me bi tu kesî re tune. Dibe ku rêxistin be. Em ji terorê dikevin şikê. Duh êrîşî Serokatiya Hêneyê kirin, paşê jî ev hat serê me."

Bi molotofê êrîşî Serokatiya Navçeya Hêneyê ya AK Partiyê kirin

Kesekî nasnameya wî nediyar duh Înê 18ê Hezîrana 2021ê saet dora21.00ê bi molotofê êrîşî Serokatiya Navçeya Haniyê ya AK Partiyê kir. 

Êrîşa hat kirin di kamerayên ewlehiyê yên derdorê de xuya dike. Di dîmenê de tê dîtin ku kesek agir bi molotofa di destê xwe de dixe û diavêje serokatiya navçeyê û paşê bi lez ji wir direve. 

Serokbajarê AK Partiyê Mehmet Şerfî Aydin li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotibû: “Êrîşeke wekî êrîşa kirêt a ku duh dijî avahiya bajêr a HDPê ya Îzmirê hat kirin îşev hewl hat hat dayîn ku li Amedê dijî teşkîlata me ya navçeya Hêneyê ya AK Partiyê bê kirin. Birayên me yên di hundir de birîndar nebûn, wekî ku di êrîşa duh de hat kirin em wek Serokatiya Bajêr a Amerdê ya AK Partiyê vê êrîşa kirêt lenet dikin.”